Jinên Şengalê xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin

  • 10:30 7 Adar 2019
  • Rojane
Ehlam Hecî
 
ŞENGAL - Ji bo 8'ê  Adare li Şengalê bi coşeke mezin di pêşengiya TAJÊ de amadekariya 8 Adarê tê kirin.  Di çarçoveya amadekariyên ku hatin kirin de wê meş lê bajarê Sinûnê saed 11'an de bê destpêkirin û piştre jî wê mîtîng bê lidarxistin.  
 
Lê har çar aliyên  Kûrdistanê û cihanê ji bo 8'ê  Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadkerî tê kirin. Li navçeya Sînûnê ya girîdayî Şengalê ji jin di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  de  amadkarya pîrozbahiyê dîkin. Di çarçoveya xebatên ku hatin kirin de saed 11 da wê maş ji navenda Sînonê dast pê bike û piştre jî li cihê ku meş lê bê rawestandin wê mîtîng bê lidarxistin.  
 
Berdevka TAJÊ  Ferîde Sadû derbarê  amadekaryên 8'ê  Adarê de  axivî û wiha got: “Di serî da di Şexsê Leyla Gûvan de em 8'ê  Adarê li hemû jinan û bi  taybet li jinên ku dîl ketine dastê DAÎŞ'ê  piroz dikin. 8 Adar’ê ji bo me wateyeke wê ya cuda  heye ji ber ku  heta roja me ya îro jinên êzidî gelek hatine qetilkirin û tecawezkirin û em dizanin ku 8'ê Adarê roja têkoşîna li dijî van pêkanînan e. Lê em ê ji cîhanê re ragihînin ku jinên êzidî tucarî serê xwe natewînin û wê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin.  
 
Feride di daweya axevtina xweda bang li hemû jinan kir û got: “Li ser navê TAJÊ em bang li hemû jinan dikin û  bi taybet jinên Êzidxanê ku tevli meş û mitinga 8 Adarê bibin û bihara bi Ruhê jina Azad piroz bikin.”