Li qadên 8’ê Adarê ew ê jin ji bo Leyla biqîrin
- 09:39 7 Adar 2019
- Rojane
Dilan Babat
ENQERE - Jinên Partiya Şoreşger bi dirûşma ‘rizgariya jinan berxwedan e’ jinên SKM’î bi dirûşmeya ‘em bixwazin wê jiyan raweste di 8’ê Adarê de em jiyanê rawestînin’ wê bikevin 8’ê Adarê. Jinan diyar kirin ku wê greva birçîbûnê ya Leylayê di 8’ê Adarê de li qadan biqîrin.
8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û îsal di 8’ê Adarê de wê daxwazên hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku greva wê ya birçîbûnê ketiye roja 120’an bê ziman. Jinên Partiya Şoreşger bi dirûşma ‘rizgariya jinan berxwedan e’ jinên SKM’î bi dirûşmeya ‘em bixwazin wê jiyan raweste di 8’ê Adarê de em jiyanê rawestînin’ wê bikevin 8’ê Adarê.
‘Em ê meşaleyê di 8’ê Adarê de bilind bikin’
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, got jin di dîrokê de her tim bi berxwedanê li qadan bûne û got ji ber vê dirûşma ‘rizgariya jinan berxwedan e’ diyar kirine. Elîfê wiha got: “8’ê Adarê roja ku herî zêde jin xwe baş îfade dike ye, daxwazên xwe tînin ziman e. Jin li her derê rastî şîdeta mêr tên. Em ê meşaleya jinên berxwedêr yê di dîrokê de, dewrê me kirine hildin û biçin 8’ê Adarê.”
Elîfê di berdewamiyê de bal kişand ser êrîşên dewleta mêr û bi lêv kir ku destkeftiyên jinan ên ku jinan bi têkoşîna salan bidest xistine rastî êrîşê hatine û wiha pê de çû: “Li dijî dewleta mêr jin wê her tim bêjin ‘em têkçûyinê qebûl nakin, em li vir in’. Em jin bi têkoşînê heta îro hatine vir. Wê berdewamiya vê jî bê. Têkoşîna ku me meşandiye her tim giran bû lê me tu car serî netewand. Em ê di 8’ê Adarê de carek din nîşan bidin ku jinan dest ji têkoşînê bernedaye. Em ê li dijî qanûna îstîsmara zayendî ya wek ‘efûya zewacê’ tê zanîn, li dijî hemû qanûnên zayendperest ên AKP’ê li qadan bin. Em ê her tim li dijî pergalê daxwazên xwe bînin ziman.”
‘Em xwedî li daxwazên Leylayê derdikevin’
Elîfê her wiha di dawiya axaftina xwe de got wê berxwedana Leyla Guven bînin ziman û got: “Daxwazên Leylayê daxwaza me ye. Em ê li dijî dewleta mêr bêjin ku ‘em bêdeng namînin’. Dîlgirtina jinan wê şîdeta mêr têk bibe.”
Li qadên 8’ê Adarê ew ê jin ji bo Leyla biqîrin
Berdevka SKM’ê Burcu Aslan jî bi lêv kir ku wê di 8’ê Adarê de li dijî binpêkirina jinan, şîdet acîz û tecawizê bi dirûşma ‘Em bixwazin wê jiyan raweste, em di 8’ê Adarê de jiyanê rawestînin’ wê li qadan bin û got: “Di demên dawî de mirov nikarin daxwazên xwe yên mafdar bînin ziman. Em tiştên ku nayên ziman tînin ziman. Em ê ji bo jinên ku tên xizankirin dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna Leyla Guven ji bo jinan ronahî ye. Wê rojên tarî ronî bike. Em ê berxwedana Leyla û karkerên Flormarê bînin ziman. Em nîşan bidin ku jin bi hev re çawa xurt in. Em xwe amade dikin ku piştevaniya jinê carek din nîşanî mêr bidin.”