‘8’ê Adarê ji bo me yek ji qadên têkoşînê ye’
- 09:32 7 Adar 2019
- Rojane
AMED - Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosa Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinan hatine destpêkirin wê di plana pêş de bin û got 8’ê Adarê ji bo wan yek ji qadên têkoşînê ye.
Bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin û îsal wê grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin derkevin pêş. Komeleya Jinan a Rosa jî wê 8’ê Adara xwe ya ewil bi bernameyan pîroz bike.
Ji bo têkoşîna li hember şîdeta li ser jinê…
Elîfê destnîşan kir ku piştî OHAL’ê bi girtina saziyan re, li ser hewcedariyên jinan Komeleya Jinan a Rosa hatiye vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ya herî mezin têkoşîna li hember şîdeta li ser jinê ye. Bi OHAL’ê re li hember rêxistinên jinan êrîşek mezin pêk hat. Ji bo em bingeha rêxistina belav bûye, bînin cem hev û ji hewcedariyan bibin bersiv em di sîwana komeleyê de hatin cem hev. Ji roja em ava bûne gelek serlêdan tên kirin. Bi taybet jî jinên şîdetê dibînin serlêdanê dikin. Em der barê vê de xebatek taybet dimeşînin.”
‘Em wek teknîk nêzî tecrîdê nabin’
Elîfê daxuyakirin ku niha wek yekane komeleya jinan hewl didin hewcedariyên jinan pêk bînin û ev tişt anî ziman: “Projeyên me hene. Me dest bi hinekan kir. Em di pêşerojê de wê bi rayagiştî re parve bikin. Bernameyên me yên 8’ê Adarê jî dest pê kirine. Rojeva me ya esas grevên birçîbûnê ne. Grev bi pêşengiya jinan dest pê kir. Em xwe wek parçeyek berxwedanê dibînin. Em saziyeke li herêma şer xebatan dimeşînin e. Herî zêde jî jin û zarok ji vê bi bandor dibin. Grev li her derê belav bûne. Em tecrîdê li hember kesekî nabînin. Em bi teknîkî nêz nabin.”
‘8’ê Adarê qada têkoşînê ye’
Elîfê di dawiyê de bi lêv kir ku tecrîda li ser gelê Kurd girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye û ji ber vê jî wê di 8’ê Adarê de grevên birçîbûnê rojeva me ya sereke be. Elîfê her wiha anî ziman ku ji bo wan 8’ê Adarê yek ji qadên têkoşînê ye û bang li hemû jinan kirin ku divê ji berxwedanê dûr nekevin.