Jinên Mexmûrê bi meşek girseyî 8’ê Adarê pêşwazî kirin

  • 17:38 6 Adar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)’ê bi boneya 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê ku li seranserî kurdistanê tê pîroz kirin, jinên Wargeha Mexmûrê bi berxwedaniya Leyla Guven û Fadîleyan bi cil û bergên xwe yên kurdî 8’ê Adarê pêşwazî kirin.
 
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)’ê bi boneya 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê ku li seranserî kurdistanê tê pîroz kirin, jinên Wargeha Mexmûrê bi berxwedaniya Leyla Guven û FadÎleyan bi cil û bergên xwe yên kurdî 8’ê Adarê pêşwazî kirin.
 
Meşa girseyî ya jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî îro di saet 14:00’an de li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna hezaran jin û çalakvanên gireva birçîbûnê bi meşa girseyî dest pê kir. Meşa ku ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta Parqa Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir.
 
Girseya meşê li Parqa Şehîd Aryen Cûdî daxuyanî li ser 8’ê Adarê dan. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir u ji aliyê mamoste Bêrîvan Demîr ve hat dayîn û bi van gotinan dest pê kir: “ Hemû gelê li vê derê amade ne şahidê dîroka kurd û kurdistanê ne. Dema em temaşeyî dîrokê dikin em dibînin ku di sala 1857’an de li Amerîkayê bi sedan jinên ku li ji ber bê mafî û neheqî qebûl nedikirin di karxaneyên kar de hatin şewitan.”
 
‘ Îro berdewamiya vê berxwedanê berxwedaniya Leylayan û Fedîlayan e’
 
Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedaniya Leylayan û Fadîleyan û wiha berdewam kir û got: “8’ê Adarê Îro di dîroka kurdisatanê de bûye rengîneyekî pir balkêş. Li hemû cihên ku jinên kurd lê dijîn bi berxwedan û têkoşînê li ser piyan in. Em ne tenê rojekê serî hildidin ji bo me hemû roj rojên têkoşînê ne. Ew berxwedaniyên ku li Cîzîr û Sûrê hatîn kirin îro berdewamiya vê berxwedanê berxwedaniya Leylayan û Fadîleyane. Îro li Mexmûrê ev berxwedanî bi berxwedana Fadîleyan hatiye berdewam kirin. Em hemû gelê kurd ji bo xwedî yek hêz û yek ramanê ne êşên me hemûyan yeke. Ji bo em bi karin ew bê mafiya ku li ser rêberê me û gelê me rabikin, divê em xwedî seknek bi wate bin. Ji ber ku rêbertî ev roj bi wate kiriye û giringi daye mafê jinê. Ji bo em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin divê em xwedî sekna Leylayan û Fadîleyan bin.”
 
‘ Ji bo em hest û ramanê xwe azad bikin pêwîste em serîhildin’
 
Mamosta Bêrîvan Demîr bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em hest û ramanê xwe azad bikin pêwîst e em serî hildin, çawa dibêjin jin jiyan azadi ye divê em bi vê rengê xwe û xweşikbûna xwe xwedî li vî nirxî derbikevîn. Ji bo wê jî em 8’ê Adarê ku rojek pîroze ku bi salane ev roj tê pîrozkirin. Bê jin azadî nabe azadiya jin nebe civak azad nabe ji bo vê ez dibêjim jin jiyan azadî.”
 
Çalakiya 8'ê Adarê bi duruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî ’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî dawî bû.