Li dijî mudaxaleya polîsan buroya jinan bi girseyî hat vekirin

  • 17:11 6 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê, li taxa Berçem a navçeya Qoserê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Li dijî mudaxaleya polîsan jinan bi girseyeke wekî ya mîtîngê buro  vekir.  
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê, li taxa Berçem a navçeya Qoserê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşaredar ên navçeyan, rêvebirên HDP û DBP'ê, Dayîkên Aştîyê û gelek jin tevli vekirina buroya hilbijartinê bûn. Jinên li qada azadiyê kom bûn dest bi meşê kirin û heta taxa Berçemê meşiya. Girseyê di meşê de  dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî HDP”, “Leyla Guven îradeya me ye” û “Qoser rabe ser piyan” berz kirin.
 
Bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” nepox hatin firandin
 
Girse li taxa Berçemê ji aliyê jinan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Nepoxên ku di destên girseyê de bûn li gel dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hatin firandin. Beriya axaftin bên kirin jinan li ber buroyê govend gerand. Polîsan bi hinceta rê tê girtin astengî ji jinan re derxist û nehîştin ku govend bê gerandin. Li dijî hemû astengiyên polîsan jinan govend gerand û dirûşm berz kirin. Piştî govendê axaftinan dest pê kir. Di serî de Namzeta Hevşaredar a Şaredariya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz axivî .
 
‘Rêya wan rêya me ye’
 
Nîlufer, anî ziman ku ew dixwazin jiyanek azad, demokratîk bijîn û wiha got: “8'ê Adarê ku li tevahiya cîhanê wekî roja jinan tê  binavkriin her sal ji aliyê jinan ve tê pîrozkirin. Em jin  di her qada jiyanê de li mafên xwe xwedî derdikevin û em ê heta dawiyê jî xwedî mafên xwe derbikevin. Wekî ku hûn jî dizanin di 31’ê Adarê de hilbijartinek heye. Ev hilbijartin ji hilbijartinên din cudatir e. Qayûm tayînî şaredariyên me hat kirin û bi awayekî bêhiqûqî dest danîn ser  şaredariyên me û hevalên me kirin zindanan. Em hevşaredarên xwe Leyla Salman û Îsmaîl Asî slav dikin. Em dibêjin rêya wan rêya me ye. Em ê şaredariyên xwe bigirin û em ê biserkevin.”
 
‘Em rihê têkoşînê ji Sakîne Cansiz û Leyla Guven digirin’
 
Piştre mafê axaftinê Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay girt. Ebru, di destpêka axaftina xwe de jinên ku tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn slav kir û 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li wan pîroz kir. Ebru, bi lêv kir ku çawa Clara Zetgîn beriya bi salan li kolanan li ber xwe daye ew wek jin jî li dijî zextên dewletê têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro têdikoşin û em ê heta dawiyê jî têbikoşin. Em rihê têkoşînê ji Sakîne Cansiz û Leyla Guven digirin. Çi dibe bila bibe tu faşîzma dewletê û baviksalariya mêran nikare me asteng bike. Îro çawa ku nikarin kêfxweşiya me asteng bikin  dê tu carî jî nikaribin me asteng bikin. Em jin li dijî dewlet û mêran em ê azadiyê bînin.  Em sond dixwin ku em ê qesera we hilweşînin.”
 
‘Bila tecrîda Îmraliyê bê rakirin’
 
Ebru, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser greva birçîbûnê ya ku Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daye destpêkirin û got ku Leyla Guven 119 rojin di greva birçîbûnê de ye û wiha domand: “Leyla Guven ji bo îktîdara AKP’ê ya ku bi awayekî bêhiqûqî tecrîda giran daye destpêkirin rabibe dest bi grevê kiriye. Ji bo azadî û wekheviyê divê tecrîd bê rakirin. Ji bo azadiya jinê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Leyla Guven jî ji ber vê dibêje bila tecrîda Îmraliyê bê rakirin. Em dibêjin dê tecrîda li ser Ocelan bê rakirin. Em herî dawî dibêjin Qoser ya me ye.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi girseya mîtîngekê û bi coşeke mezin hat vekirin.