'Bi serkeftinê hêviyên azadiyê geş bûn'
- 16:32 6 Adar 2019
- Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û ev roj li tevahiya jinên azadîxwaz pîroz kir.
Tevgera Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) bi armanca 8'ê Adarê Roja Jin Cîhanê daxuyaniyek da û 8'ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir. TAJ'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê jî û wiha got: " Roja Jinên kedkar ên cîhanê em wek Jinên azadîxwaz, têkoşer û berxwedêr di kesayeta Leyla Guven de li hemû têkoşerên di greva birçîbûnê de pîroz dikin."
Berdewamiya daxuyaniya TAJ'ê wiha ye:
Roja Jinên kedkar ên cîhanê em wek Jinên azadîxwaz, têkoşer û berxwedêr ên TAJÊ, destpêkê li Rêber Apo û di şexsê Leyla Guven û Nasir Yaxiz de li hemû çalakvanên greva birçîbûnê ên di zindanan de, li Hewlêr, Maxmûr, Starsburg, Kanada, Kelar û Brîtanya yê, li her çar parçeyên Kurdistanê û giştî cîhanê, li hemu Jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê didê, pîroz dikin.
Di sedasala 21'emîn de em revandina jinên êzîdî ku wek kole hatin bikaranîn û firotin carek din şermezar dikin. Di pêşengtiya YPJ/YPG de bi dawî anîna DAÎŞ'ê tola Jinan û hemû Jinên êzîdî hate rakirin û derba mirinê li DAÎŞ'ê xistin. Piştî Fermana 73'an vê serkeftinê hişt ku hêviya azadiyê mezintir bibe.
Berxwedan bi pêşengiya jinê belav dibe
Hevalên hêja , xuşk û dayîkên xwedî biryara azadî û berxwedêr; îro berxwedana ku li Îmralî ji hêla Rêber Apo ve bilind dibe, bi pêşengiya jinên azad li cîhanê belav dibe. Hevalno; Azadî bê berxwedan nabe, kesek azadiyê nade tû kesî,
mêr azadiyê nade jinan, azadî bi berxwedana jinan pêkan e. Mêr azadiyê nadin gelan, azadî bi berxwedana gelan pêkan e. Fermanên li ser gelan bi rêxistina gelan vale derdikevin. Azadiya gelê êzidî di pêşengtiya Jinan bi berxwedana gelên êzîdî pêkan e. Kes me naparêzê û divê em xwe bi xwe biparêzin. Kî bêjê em ê we biparêzin, wê xwe bike xwediyê me. Em xwe biparêzin, em bibin xwediyê xwe. Em YBŞ û YJŞ mezin bikin. Azad bibin. Şervanên, keç û xortên Êzîdxanê parezvanên hebûna me ne. Kî bêjê em ê xwediyê we bin, ew ê bibin serdestên me. Em ê xwediyê mala xwe bin. Jin û mêr bi hev re xwediyê mala xwe bin, wek hev bin, azad bin.
Xwişk û Dayikên hêja!
Îrj jiyana azad ji her demê nêziktir e. Jinên zana bêtirs, bi biryar ku cîhanê dihejînin hene. İro hevseroka HDK'ê Leyla Guven bi berxwedana xwe ya 121 rojan bala cîhanê tev kişand. vê berxwedanê hişt ku dewlet hevdîtina Mehmet Ocalan bi Rêber Apo re bê kirin. Ev berxwedan wê bihêlê ku pergala Îmralî hilweşe û Apo di şert û zirûfên azad de bi me re bijî. Rêber Apo çawa berê xwest pêşiya fermana êzîdiyan bigire, dema azad bibe wê azadiya gelên êzîdî jî mîsoger bibe. Ji ber vê azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Berxwedana Leyla Guven berxwedana me ye. Berxwedana YBŞ û YJŞ berxwedana me ye. Her bijî rêber Apo. "