Heyva Sor a Kurd li Qamişloyê semîner da

  • 15:24 6 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Beşa Alîkariya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd li dibistana navîn a Qamişloyê derbarê bandorên înternetê yên li ser civakê de semîner da.
 
Beşa Alîkariya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd li dibistana navîn a Qamişloyê derbarê bandorên înternetê yên li ser civakê de semîner da. Ev hemleya ku di 26'ê Sibatê de dest pê kir niha jî didome. Îro jî li Taxa Cûdî ya Qamişloyê semîner hat dayin. Bi rêya semîner û sinevizyonan tê xwestin ku bandora înternetê ya li ser civakê bi zarokan re bidin famkirin. Semîner ji aliyê Ehlam Yûsiv hat dayin. Li ser malperên civakî, bikaranîna internetê, bandorên wê yên erênî û neyînê hatin axaftin. 
 
Di vê derbarê de Endama  beşê alîkariya piskiyojîk Ehlam Yûsif derbarê hemleyê de axivî û wiha anî ziman:"Me hemleyek bandora internetê ya li ser civakê da destpêkirin. Em ê li ser vê mijarê li 33 dibistanan  semîneran bidin. Ji bo zarok derbarê erênî û neyîniyên internetê de haydar bin ev hemleya girîng e."
 
Semîner bi nîqaşan hat bidawîkirin.