Rapora Girtîgehê: Girtî di bin talûkeyê de ne

  • 12:54 2 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - OHD û ÎHD'ê derbarê binpêkirina mafên li Girtîgeha Tipa T a Duzceyê de rapor amade kirin. Di raporê de hat gotin ku ewlehiya girtiyan di talûkeyê de ye û dibe ku îşkenceyên nû bê kirin. Her wiha hat gotin ku îdareya girtîgehê pêkanînên kêfî dike. 
 
Komeleya Hiqûqvanan a ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê  derbarê binpêkirina mafên li Girtîgeha Tipa T a Duzceyê de rapor amade kirin. Parêzer Nagehan Avçil û Emrah Baran di 18'ê Çile de çûn serdana girtiyan û rapor amade kirin. 
 
Binpêkirinê mafan ên  ku di encama hevdîtina 3 saetan a bi 6 girtiyan, hatin bilêvkirin ev in:
 
"*Di 25-26'ê Îlonê de hejmara li ser lingan hat ferzkirin. Ji ber ku girtiyan ev yek qebûl nekirin mudurê girtîgehê û gardiyanan gef li wan da xwarin. Îşkence bi girtiyan hat kirin. Bi kelepçeya berovajî li ber dîwêr hatin sekinandin.
 
*Hat diyarkirin ku îşkence û gotinên provakatîf didomin. 
 
*Tecrîd li girtiyên siyasî tê ferzkirin. Mafên wan ên civakî tên astengkirin. 
 
*Girtiyên din bi hev re mafên xwe yên telefonê bi kar tînin lê girtiyên siyasî yek bi yek ji koguşan tên derxistin. 
 
*Mudurê girtîgehê ji girtiyên siyasî re dibêje "Hûn ê hêza Tirk bibînin. Hiqûq tune ye ez heme".
 
*Lêpirsînên kêfî tên kirin û cezayên disîplênê yên kêfî li girtiyan tên birîn. Hinek girtî tevî ku dema tehliyeya wan a bi şert derbas bûye jî hîn nehatine tehliyekirin. 
 
*Mafên tenduristiyê yên girtiyan tên astengkirin. 
 
*Nameyên ku ji Wezareta Edaletê, Dadgehan û saziyên civakî yên sîvîl tên nivîsandin ji aliyê girtîgehê nayê şandin. 
 
*Lêgerînên kêfî tên kirin û rûmeta girtiyan tên şikandin. 
 
*Daxwaznameyên girtiyan ên ji bo îtiraza cezayên dîsiplinê, ji aliyê îdareya girtîgehê nayê şandin û bi cezayên dîsiplînê tahliye tên astengkirin. 
 
*Rojnameyên Yeni Yaşam û Evrensel nadin girtiyan. 
 
*Bi awayekî bê hiqûqî dest dixin ser radyoyên di koguşan de û ji ber vê yekê jî cezayên dîsîplînê tê dayin. 
 
*Memûrên Parastinê yên înfazê heqaretê li girtiyan dikin. 
 
*Dema ku malbat diçin serdana girtiyên xwe bi heqaret û helwestên ne xweş rû bi rû dimînin. 
 
*Nameyên girtiyan nayên şandin. 
 
*Bikaranîna gelek mafan ne li gor zagonan li gor daxwaza îdareya girtîgehê tê kirin. 
 
'Ewlehî di bin talûkeyê de ye'
 
Parêzeran anîn ziman ku li Girtîgeha Tipa T a Duzceyê girtî bi îşkenceyên giran û derûnî rû bi rû dimînin û gotin:"Ewlehî di bin talûkeyê de ye. Dibe ku îşkenceyên nû bê kirin. Îdareya girtîgehê pêkanînên kêfî dike. Divê demildest heyetek girtîgehê ziyaret bike."