Rapora Girtîgehê: Girtî di bin talûkeyê de ne 2019-03-02 12:54:55   STENBOL - OHD û ÎHD'ê derbarê binpêkirina mafên li Girtîgeha Tipa T a Duzceyê de rapor amade kirin. Di raporê de hat gotin ku ewlehiya girtiyan di talûkeyê de ye û dibe ku îşkenceyên nû bê kirin. Her wiha hat gotin ku îdareya girtîgehê pêkanînên kêfî dike.    Komeleya Hiqûqvanan a ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê  derbarê binpêkirina mafên li Girtîgeha Tipa T a Duzceyê de rapor amade kirin. Parêzer Nagehan Avçil û Emrah Baran di 18'ê Çile de çûn serdana girtiyan û rapor amade kirin.    Binpêkirinê mafan ên  ku di encama hevdîtina 3 saetan a bi 6 girtiyan, hatin bilêvkirin ev in:   "*Di 25-26'ê Îlonê de hejmara li ser lingan hat ferzkirin. Ji ber ku girtiyan ev yek qebûl nekirin mudurê girtîgehê û gardiyanan gef li wan da xwarin. Îşkence bi girtiyan hat kirin. Bi kelepçeya berovajî li ber dîwêr hatin sekinandin.   *Hat diyarkirin ku îşkence û gotinên provakatîf didomin.    *Tecrîd li girtiyên siyasî tê ferzkirin. Mafên wan ên civakî tên astengkirin.    *Girtiyên din bi hev re mafên xwe yên telefonê bi kar tînin lê girtiyên siyasî yek bi yek ji koguşan tên derxistin.    *Mudurê girtîgehê ji girtiyên siyasî re dibêje "Hûn ê hêza Tirk bibînin. Hiqûq tune ye ez heme".   *Lêpirsînên kêfî tên kirin û cezayên disîplênê yên kêfî li girtiyan tên birîn. Hinek girtî tevî ku dema tehliyeya wan a bi şert derbas bûye jî hîn nehatine tehliyekirin.    *Mafên tenduristiyê yên girtiyan tên astengkirin.    *Nameyên ku ji Wezareta Edaletê, Dadgehan û saziyên civakî yên sîvîl tên nivîsandin ji aliyê girtîgehê nayê şandin.    *Lêgerînên kêfî tên kirin û rûmeta girtiyan tên şikandin.    *Daxwaznameyên girtiyan ên ji bo îtiraza cezayên dîsiplinê, ji aliyê îdareya girtîgehê nayê şandin û bi cezayên dîsiplînê tahliye tên astengkirin.    *Rojnameyên Yeni Yaşam û Evrensel nadin girtiyan.    *Bi awayekî bê hiqûqî dest dixin ser radyoyên di koguşan de û ji ber vê yekê jî cezayên dîsîplînê tê dayin.    *Memûrên Parastinê yên înfazê heqaretê li girtiyan dikin.    *Dema ku malbat diçin serdana girtiyên xwe bi heqaret û helwestên ne xweş rû bi rû dimînin.    *Nameyên girtiyan nayên şandin.    *Bikaranîna gelek mafan ne li gor zagonan li gor daxwaza îdareya girtîgehê tê kirin.    'Ewlehî di bin talûkeyê de ye'   Parêzeran anîn ziman ku li Girtîgeha Tipa T a Duzceyê girtî bi îşkenceyên giran û derûnî rû bi rû dimînin û gotin:"Ewlehî di bin talûkeyê de ye. Dibe ku îşkenceyên nû bê kirin. Îdareya girtîgehê pêkanînên kêfî dike. Divê demildest heyetek girtîgehê ziyaret bike."