Li Nisêbînê meşa girseyî

  • 22:14 6 Mijdar 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê li dijî tayînkirina qeyûm meşa meşaleyî pêk hat.  Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Wê qeyûm biçin em ê bimînin’ hatin berzkirin û peyama xwedî derketina li îradeyê hat dayîn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên meclîsa ciwanan a DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê meş pêk anîn. Di meşa ku ji ber avahiay DEM Partî ya Nisêbînê dest pê kir de bê navber dirûşmeyên ‘Wê qeyûm biçin em ê bimînin’, ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bimre koleti bijî azadi’ hat berzkirin.
 
‘Em ê berxwe bidin’
 
Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û da zanîn ku wê gelê Kurd qeyûman qebûl nekin û wiha dirêjî dayê: “4’ê Mijdarê de qeyûm tayînê sê şaredariyên me kirin. Ev qeyûm di demeke ku pêvajoyek nû dihat axaftin de hatin tayînkirin. Pratîk û gotinên wan bihev nagirin. Gelê Kurd wê xwedî linasnameya xwe derkeve. Li çand û zimanê xwe derkeve. Tayînkirina qeyûman êrîşek li dijî çand û zimanê gelê Kurde. Gelê me li dijî vê berxwe dide. Van êrîşan qebûl nakin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.