TJA’yê li Mêrdînê meş pêk anî: Em ê sehildana xwe zindî bihêlin
- 21:13 6 Mijdar 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredar Devrîm Demîr di çalakiya TJA’yê ya li dijî qeyûman axivî û got: “Em armanca wan dizanin. Rejîm naxwaze gelê Kurd xwe birêve bibe. Bi sedsalane gelê Kurd serî netewandiye. Wê li dijî qeyûman jî serî netewîne. Wê berxwedanê mezin bike.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûye meş pêk anî. Meclîsên jinan yên DBP û DEM Partiyê û gelek jin tevli bûn. Jin ji Qada Îstasyonê heta ber avahiya şaredariyê meşiyan. Di meşê de pankarta “Em li dijî rejîma qeyûman berxwe didin” hat vekirin û bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedan Batmanê”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedan Mêrdinê” , “Mêrdîn ya me ye şaredari ya me ye” hat berzkirin.
‘Em ê qadan vala nehêlin’
Hevşaredar Devrîm Demîr piştî meşê axivî û got wê berxwedanê bidomînin. Devrîm Demîr bi lêv kir ku heta yên îradeya wan xesp kirine şûnde gavê navêjin wê çalakiyên xwe bidomînin û got: “Em armanca wan dizanin. Rejîm naxwaze gelê Kurd xwe birêve bibe. Bi sedsalane gelê Kurd serî netewandiye. Wê li dijî qeyûman jî serî netewîne. Wê berxwedanê mezin bike. Em mafdarin em ê biserkevin.”
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî axivî û diyar kir ku bi sedsalane li Kurdistanê polîtîkayên îmhayê didomin û daxuyakirin ku sedema pratîkên qeyûman girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Halîde Turkoglu her wih anî ziman ku divê li dijî êrîşan têkoşîn bê mezinkirin.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.