Li Til Temirê 57 berxwedêrên 23'ê Sibatê hatin bîranîn

  • 16:30 23 Sibat 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 57 berxwedêrên 23'ê Sibatê bi bîr anîn. 
 
Îro Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna hevjîn, dayik, xwişk û bavên berxwedêran, merasîma bîranîna 57 lehengên 23'ê Sibata 2015'an lidar xist. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya SMŞ Bêrîvan Şaristan pekrewanên azadiyê bibîr anî û wiha dom kir:"Şehîdên azadiyê ji gelê xwe re bûn ronahiyek, Til Temir navenda herêma Cizîrê ye, da ku Til Temir neyê daigr kirin şehîdan xwe li dora wê kirin xelek û bi lehengî şer kirin."
 
Berxwedêra têkoşîna doza azadiyê Nazlîcan Serêkaniyê wiha got:"Em her kêlî amade ne ku gelê xwe biparêzin û soza xwe ya bi şehîdan re didin ku her axa xwe biparêze."
 
Endama SMŞ Xabûrê Cemîla Kako ev kêliyên bi êş bibîr anîn û wiha got:"Gelê Aşûrî ji dîrokê ve ta roja me yî îro rastî polîtîkayên qirkirinê tên ev yek di revanadina jin û zarokên Aşûriyan de tê dîtin. Lê em ê her li dijî polîtîkayên qirkirinê li berxwe bidin."
 
Endama Rêveberiya Kongra Star Gulîxan Tahir jî ev yek anî ziman:"Dema ku mirov dixwaze li ser şehîdan biaxive û lehengiya wan bîne ziman, ziman pûç dibe. Pêwîst e gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin."
 
Piştî axaftinan Endama Rêveberiya SMŞ Hûda Lişlaş , navê 57Pekrewanên azadiyê xwend.
 
Merasîm bi silavkirina malbatên Şehîdan bi dawî bû.