Li Til Temirê 57 berxwedêrên 23'ê Sibatê hatin bîranîn 2019-02-23 16:30:15   HESEKÊ - Saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 57 berxwedêrên 23'ê Sibatê bi bîr anîn.    Îro Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdarbûna hevjîn, dayik, xwişk û bavên berxwedêran, merasîma bîranîna 57 lehengên 23'ê Sibata 2015'an lidar xist. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya SMŞ Bêrîvan Şaristan pekrewanên azadiyê bibîr anî û wiha dom kir:"Şehîdên azadiyê ji gelê xwe re bûn ronahiyek, Til Temir navenda herêma Cizîrê ye, da ku Til Temir neyê daigr kirin şehîdan xwe li dora wê kirin xelek û bi lehengî şer kirin."   Berxwedêra têkoşîna doza azadiyê Nazlîcan Serêkaniyê wiha got:"Em her kêlî amade ne ku gelê xwe biparêzin û soza xwe ya bi şehîdan re didin ku her axa xwe biparêze."   Endama SMŞ Xabûrê Cemîla Kako ev kêliyên bi êş bibîr anîn û wiha got:"Gelê Aşûrî ji dîrokê ve ta roja me yî îro rastî polîtîkayên qirkirinê tên ev yek di revanadina jin û zarokên Aşûriyan de tê dîtin. Lê em ê her li dijî polîtîkayên qirkirinê li berxwe bidin."   Endama Rêveberiya Kongra Star Gulîxan Tahir jî ev yek anî ziman:"Dema ku mirov dixwaze li ser şehîdan biaxive û lehengiya wan bîne ziman, ziman pûç dibe. Pêwîst e gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin."   Piştî axaftinan Endama Rêveberiya SMŞ Hûda Lişlaş , navê 57Pekrewanên azadiyê xwend.   Merasîm bi silavkirina malbatên Şehîdan bi dawî bû.