Namzeta HDP'ê ya hevşaredariyê Yelîz Karaaslan serbest hat berdan
- 10:18 22 Sibat 2019
- Rojane
AGIRÎ - Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan, hefteya borî hatibû binçavkirin û paşç hatibû girtin. Yelîzê, îro hat berdan.
Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Agiriyê, Yelîz Karaaslan di 15'ê Sibatê de ji ber daxuyaniyeke xwe ya 2014'an hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.
Piştî parêzerên Yelîzê îtiraz kirin, îro danê êvarî hat berdan.