Namzeta HDP'ê ya hevşaredariyê Yelîz Karaaslan serbest hat berdan 2019-02-22 10:18:46   AGIRÎ - Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan, hefteya borî hatibû binçavkirin û paşç hatibû girtin. Yelîzê, îro hat berdan.   Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Agiriyê, Yelîz Karaaslan di 15'ê Sibatê de ji ber daxuyaniyeke xwe ya 2014'an hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.   Piştî parêzerên Yelîzê îtiraz kirin, îro danê êvarî hat berdan.