Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartê li Êlih û Rihayê vekirin

  • 17:06 19 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li Riha û Êlihê jî ji bo hilbijartinê buroya vekirin. 
 
Li gelek navendan xebatên hilbijartina herêmî yên namzetên hevşaredarên HDP'ê didomin. Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê li Xelfetiya Rihayê û Li Êlihê vekirin.
  
Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê û Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Xalfetî li Taxa Goklu ya Xalfetiyê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirinê bûn û bi coşek mezin hat vekirin. Namzetên Hevşaredariya Xalfetiyê Emel Çîftyurek û Abdurahman Çîftçî axivîn û gotin ew ê qeyûman biqewirînin. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer  Ocalan jî axivîn. Omer Ocalan got: "Wê wisa winda bikin ku dê di 31'ê Adarê de li pey xwe nenêrin û biçin." 
 
Piştî axaftinan jinan buro vekir. 
 
Êlih
 
Nazmetên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr bi rojnamegerên li bajêr dixebitin re hatin gel hev û civîna çapemeniyê li dar xistin. Korkmaz û Ozdemîr li pirsgirêkên rojnameger rû bi rû dimînin re guhdar kirin û paşê projeyên xwe vegotin. Korkmaz û Ozdemîr bi dû civîna li gel rojnamegeran derbasî Kolana Gulîstanê bûn û gel û esnaf ziyaret kirin. 
 
Li heskîfê serdana bazarê 
 
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr jî li bazarê nav gel û esnafan geriyan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.