Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartê li Êlih û Rihayê vekirin 2019-02-19 17:06:40   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li Riha û Êlihê jî ji bo hilbijartinê buroya vekirin.    Li gelek navendan xebatên hilbijartina herêmî yên namzetên hevşaredarên HDP'ê didomin. Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê li Xelfetiya Rihayê û Li Êlihê vekirin.    Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê û Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Xalfetî li Taxa Goklu ya Xalfetiyê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirinê bûn û bi coşek mezin hat vekirin. Namzetên Hevşaredariya Xalfetiyê Emel Çîftyurek û Abdurahman Çîftçî axivîn û gotin ew ê qeyûman biqewirînin. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer  Ocalan jî axivîn. Omer Ocalan got: "Wê wisa winda bikin ku dê di 31'ê Adarê de li pey xwe nenêrin û biçin."    Piştî axaftinan jinan buro vekir.    Êlih   Nazmetên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr bi rojnamegerên li bajêr dixebitin re hatin gel hev û civîna çapemeniyê li dar xistin. Korkmaz û Ozdemîr li pirsgirêkên rojnameger rû bi rû dimînin re guhdar kirin û paşê projeyên xwe vegotin. Korkmaz û Ozdemîr bi dû civîna li gel rojnamegeran derbasî Kolana Gulîstanê bûn û gel û esnaf ziyaret kirin.    Li heskîfê serdana bazarê    Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr jî li bazarê nav gel û esnafan geriyan û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.