Jinên Tebqayê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven
- 09:36 19 Sibat 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tebqayê nameyek ji Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ketiye greva birçîbûnê, re şandin
Jinên Tebqayê di nameya xwe de ku ji aliyê cîgira Rêveberiya Jinan a kampa Tiwêhiniyê Fatime El-Hemdo ve hate xwendin, silav li berxwedana Leyla Guven kir û diyar kir ku berxwedanên Leyla Qasim, Cemîle Bohîrd, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan dîrok guherand.
Nameya jinan wiha ye:
"Êşa te kete nava êş û hêviyên jinên li Filistîn û Sûriyeyê û hemû jinên cîhanê. Ev berxwedan, ne çavan dît û ne jî guhan bihîst. Greva te rihê berxwedanê li cem hemû jinên cîhanê çand.
Em wek jinên Tebqayê soz didin em ê li ser rêya te bin û têkoşînê bikin da ku her jinekê azad bikin.
Her wiha em bêdengiya cîhanê şermezar dikin û em ê heta dawiyê têkoşînê dewam bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên Tebqayê name bi rêya e-mailê ji têkoşer Leyla Guven re şand.