Jinên Tebqayê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven 2019-02-19 09:36:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tebqayê nameyek ji Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ketiye greva birçîbûnê, re şandin    Jinên Tebqayê di nameya xwe de ku ji aliyê cîgira Rêveberiya Jinan a kampa Tiwêhiniyê Fatime El-Hemdo ve hate xwendin, silav li berxwedana Leyla Guven kir û diyar kir ku berxwedanên  Leyla Qasim, Cemîle Bohîrd, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan dîrok guherand.   Nameya jinan wiha ye:   "Êşa te kete nava êş û hêviyên jinên li Filistîn û Sûriyeyê û hemû jinên cîhanê. Ev berxwedan, ne çavan dît û ne jî guhan bihîst. Greva te rihê berxwedanê li cem hemû jinên cîhanê çand.   Em wek jinên Tebqayê soz didin em ê li ser rêya te bin û têkoşînê bikin da ku her jinekê azad bikin.   Her wiha em bêdengiya cîhanê şermezar dikin û em ê heta dawiyê têkoşînê dewam bikin.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên Tebqayê name bi rêya e-mailê ji têkoşer Leyla Guven re şand.