Li dijî 15'ê Sibatê li Kobanê meş hat lidarxistin

  • 17:09 15 Sibat 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Di bin dirûşmeya “Bi Sekina Leyla Guven, Rihê Şeladizê, Em ê Komployê Hilweşînin” bi hezaran gel daketin qadan û roja 15`ê Sibatê şermezar kirin.
 
Di bin dirûşmeya “Bi Sekina Leyla Guven, Rihê Şeladizê, Em ê Komployê Hilweşînin” bi hezaran gel daketin qadan û roja 15`ê Sibatê şermezar kirin. Bi hezaran kesên  her sê herêmên Firat, Cizîr, Efrînê û bajarê Reqa, Tebqa, Minbicê û Dêrezorê  beşdarî meşê bûn. Meşê ji Kolana Şehîd Ozgur dest pê kir. 
 
Meşvanan û  wêneyên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û siloganên `Bê Serok Jiyan Nabe û Azadî ji bo Serok Apo`komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin.
 
Meş li qada jina azad bi deqeyeke rêzgirtin rawestiya. Paşê jî axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser Enwer Muslim û li ser nave pêkhateyên Ereb Ehmed Cedan hat kirin û Enwer helbestek diyarî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kir.
 
Enwer Muslim wiha got:"Bêdengî ba cîhanê berdewam e. Ji ber ku her kes dizane rêber Apo ne  bi tenê ji bo gelê kurd e ji ber ku ew li hemû pêkhateyan xwedî derdikeve."
 
Meş bi siloganên  “Bê Serok Jiyan Nabe”  bi dawîbû.