Li dijî 15'ê Sibatê li Kobanê meş hat lidarxistin 2019-02-15 17:09:09   KOBANÊ - Di bin dirûşmeya “Bi Sekina Leyla Guven, Rihê Şeladizê, Em ê Komployê Hilweşînin” bi hezaran gel daketin qadan û roja 15`ê Sibatê şermezar kirin.   Di bin dirûşmeya “Bi Sekina Leyla Guven, Rihê Şeladizê, Em ê Komployê Hilweşînin” bi hezaran gel daketin qadan û roja 15`ê Sibatê şermezar kirin. Bi hezaran kesên  her sê herêmên Firat, Cizîr, Efrînê û bajarê Reqa, Tebqa, Minbicê û Dêrezorê  beşdarî meşê bûn. Meşê ji Kolana Şehîd Ozgur dest pê kir.    Meşvanan û  wêneyên Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û siloganên `Bê Serok Jiyan Nabe û Azadî ji bo Serok Apo`komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin.   Meş li qada jina azad bi deqeyeke rêzgirtin rawestiya. Paşê jî axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser Enwer Muslim û li ser nave pêkhateyên Ereb Ehmed Cedan hat kirin û Enwer helbestek diyarî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kir.   Enwer Muslim wiha got:"Bêdengî ba cîhanê berdewam e. Ji ber ku her kes dizane rêber Apo ne  bi tenê ji bo gelê kurd e ji ber ku ew li hemû pêkhateyan xwedî derdikeve."   Meş bi siloganên  “Bê Serok Jiyan Nabe”  bi dawîbû.