Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 11:59 15 Sibat 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku biçin Grava Îmraliyê û hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî, bi armanca hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin. 
 
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî hevdîtina 11'ê Îlona 2016'an û vir ve cara yekemîn di 12'ê Çile de çû hevdîtinê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.