Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2019-02-15 11:59:34   STENBOL - Malbata Rêbêrê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo ku biçin Grava Îmraliyê û hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî, bi armanca hevdîtinê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.    Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî hevdîtina 11'ê Îlona 2016'an û vir ve cara yekemîn di 12'ê Çile de çû hevdîtinê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.