Şêwirmendên parlamenteran serbest hatin berdan

  • 10:43 15 Sibat 2019
  • Rojane
MÛŞ - Şêwirmendên Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun û Mensur Işik serbest hatin berdan. Hat hînbûn ku ji şêwirmendan Elif Uras di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mûşê Şevin Coşkun û Mensur Işik  bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em tecrîdê bişkînin" xwestin bimeşin Amedê. Lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û şewirmendên parlamenteran Elif Uras û Înan Demir hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku dema Elifê hatiye binçavkirin ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. 
 
Şêwirmendên parlamenteran piştî îfaya wan a emniyetê birina Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û piştre serbest hatine berdan.