Şêwirmendên parlamenteran serbest hatin berdan 2019-02-15 10:43:47   MÛŞ - Şêwirmendên Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun û Mensur Işik serbest hatin berdan. Hat hînbûn ku ji şêwirmendan Elif Uras di dema binçavkirinê de hatiye derbkirin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mûşê Şevin Coşkun û Mensur Işik  bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em tecrîdê bişkînin" xwestin bimeşin Amedê. Lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û şewirmendên parlamenteran Elif Uras û Înan Demir hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku dema Elifê hatiye binçavkirin ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.    Şêwirmendên parlamenteran piştî îfaya wan a emniyetê birina Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û piştre serbest hatine berdan.