Li Îdirê xemla biharê Kincê bi navê dêre mêzer
- 09:10 15 Sibat 2019
- Rojane
ÎDİR - Li Bakurê Kurdîstanê jinan bi berhemên xwe yên dîrokî ku afrandine çanda kurd heta roja me ya îro anîne. Li Îdirê çanda sedsalan bi parastina jinan hîna berdewam dike û bi her hatina biharê re jinên ku kincê bi navê dêre mêz li xwe dikin û qadên 8 adarê û Newrozê dixemilînin.
Wekî li hemû deverên Kurdistanê li bakurê Kurdîstanê jî gelê kurd bi salane çand û kevneşopiyên xwe yên dîrokî ku parastine heta roja me ya îro anîne. Li gundê girêdayî Îdirê gundê qerekê jin bi kincên xwe yên dîrokî û kevnare li dijî tunekirin û jibîrkirina çanda kincan li ber xwe didin. Li herêmê di her şahî, Newroz û 8'ê Adaran de jin kincên xwe yên bi navê dêre mêzer li xwe dikin û qadan bi van kincan dixemilînin. Jinên têkîldarî vê çandê axivîn anîn ziman ku li herêmê ji vê çandê jin berpirsyarin û gotin ku ew ê destûr nedi çande sedsalan winda bibe.
‘Bi her hatina biharê re em bi kincên xwe reng didîn biharê’
Ji jinan Hayal Çikmaz diyar kir ku ew bi salane li gund bi hilberîn û çêkirina van kincan mijûle û got ku ji bo li herêmê ev çand wenda nebe jin di hewlêdanê de ne û wiha axivî;” Em bi salane li vê herêmê bi hûnera dest re mijûlîn. Kincên me yên kurdî ku ji dîrokê heta niha hatine, bi rengên xwe û teşeyê xwe her tim bala mirovan kişandine. Ez bi salane bi çêkirina van kincan mijûl im. Ev kinc ji dêre û mêze pêk tê. Her wiha li ser van kincan ger kofî tune be, xweşikbûna kincan namîne. Bi rastî çêkirina wan pir zehmete. Lê dîsa jî parastin û hilbirîna vê çandê kêfxweşiyê dide mirov. Ev çand berhema jinan e. Di her şahî, Newroz û 8'ê adaran de em jinên herêmê kom dibîn û van kincan li xwe dikîn û bi kincên xwe qadan biharê rengîn dikîn. Di demên berê de bûkan ev kinc li xwe dikirin, lê niha tiştek wisa tune ye. Ji bo ku ev çand wenda nebe, em wê diparêzîn. Çiqas ji destê min were ez ewqas zêdetir van kincan çêdikim. Çanda me û çanda êzidiyan gelek dişibe hev. Ev çande çandeke dîrokî ye, divê bê parastin û destûr neyê dayîn ku ev çand wenda bibe.”
‘Em dixwazîn çanda xwe li her deran belav bikîn’
Cemîle Çikmaz jî bi lêv kir ku parastina vê çandê jin dikin û got ku ew ê vê çandê ji her nifşekî re ragihînin û wiha got:” Ji sed salan zêdetir e ku ev çan hebûna xwe diparêze. Ev jî bêgûman bi saya jinan heta vê astê hatiye. Parastina vê çandê peywira her jinekê ye. Gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e. Li dijî her êrîşeke li ser çandê li berxwe daye. Ji ber ku çand hebûn û nasnameya mirov e. Em ji bi vê zanebûnê û li ser vî esasî nêzî çandê dibîn. Ji her derên Tirkiye û Kurdîstanê ji bo van kincan daxwazî heye. Em dixwazîn çanda xwe li her deran belav bikîn û bi rengê jinan jiyanê bixemilînîn.”
zyd