Li Îdirê xemla biharê Kincê bi navê dêre mêzer 2019-02-15 09:10:27   ÎDİR - Li Bakurê Kurdîstanê jinan bi berhemên xwe yên dîrokî ku afrandine çanda kurd heta roja me ya îro anîne. Li Îdirê çanda sedsalan bi parastina jinan hîna berdewam dike û bi her hatina biharê re jinên ku kincê bi navê dêre mêz li xwe dikin û qadên 8 adarê û Newrozê dixemilînin.    Wekî li hemû deverên Kurdistanê li  bakurê Kurdîstanê jî gelê kurd bi salane çand û kevneşopiyên xwe yên dîrokî ku parastine heta roja me ya îro anîne. Li gundê girêdayî Îdirê gundê  qerekê jin bi kincên xwe yên dîrokî û kevnare  li dijî tunekirin û jibîrkirina çanda kincan li ber xwe didin.  Li herêmê di her şahî, Newroz û 8'ê Adaran de jin  kincên xwe yên  bi navê dêre mêzer li xwe dikin û qadan bi van kincan dixemilînin. Jinên  têkîldarî vê çandê axivîn anîn ziman ku li herêmê ji vê çandê jin berpirsyarin û gotin ku ew ê destûr nedi çande sedsalan  winda bibe.    ‘Bi her hatina biharê  re em bi kincên xwe reng didîn biharê’   Ji jinan Hayal Çikmaz diyar kir ku ew bi salane li  gund bi hilberîn û çêkirina van kincan mijûle û got ku ji bo li herêmê ev çand wenda nebe jin di hewlêdanê de ne û wiha axivî;” Em bi salane li vê herêmê bi hûnera dest re mijûlîn. Kincên me yên kurdî ku ji dîrokê  heta niha hatine, bi rengên xwe û teşeyê xwe her tim bala mirovan kişandine. Ez bi salane bi çêkirina van kincan mijûl im. Ev kinc ji dêre û mêze pêk tê. Her wiha li ser van kincan ger kofî tune be, xweşikbûna kincan namîne. Bi rastî çêkirina wan pir zehmete. Lê dîsa jî parastin û hilbirîna vê çandê kêfxweşiyê dide mirov. Ev çand berhema jinan e. Di her şahî, Newroz û 8'ê adaran de em jinên herêmê  kom dibîn û van kincan li xwe dikîn û bi kincên xwe qadan biharê rengîn dikîn. Di demên berê de bûkan ev kinc li xwe dikirin, lê niha tiştek wisa tune ye. Ji bo ku ev çand wenda nebe, em  wê  diparêzîn. Çiqas ji destê min were ez ewqas zêdetir van kincan çêdikim. Çanda me û çanda êzidiyan gelek dişibe hev. Ev çande çandeke dîrokî ye, divê bê parastin û destûr neyê dayîn ku ev çand wenda bibe.”    ‘Em dixwazîn  çanda xwe  li her deran belav bikîn’   Cemîle Çikmaz jî bi lêv kir ku parastina vê çandê jin dikin û got ku ew ê vê çandê ji her nifşekî re ragihînin û wiha got:” Ji sed salan zêdetir e ku ev çan hebûna xwe diparêze. Ev jî bêgûman bi saya  jinan heta vê astê hatiye. Parastina vê çandê peywira her jinekê ye. Gelê Kurd  xwedî çandeke dewlemend e. Li dijî her êrîşeke li ser çandê  li berxwe daye. Ji ber ku çand hebûn û nasnameya mirov e. Em ji bi vê zanebûnê û li ser  vî esasî nêzî  çandê dibîn. Ji her derên Tirkiye û Kurdîstanê  ji bo van kincan daxwazî heye. Em dixwazîn  çanda xwe  li her deran belav bikîn û bi  rengê jinan jiyanê bixemilînîn.”    zyd