Derbarê Saliha Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
- 11:47 14 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdayên "Li dijî polîsan derketiye" û "Birîndarkirina bi qestî ya hêsan" der barê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz de lêpirsîn da destpêkirin.
Parlamenterên HDP'ê li Wanê duh xwestin ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye bimeşin Amedê lê bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Yek ji van parlamenteran jî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdayên "Li dijî polîsan derketiye" û "Birîndarkirina bi qestî ya hêsan" der barê Saliha de ji ber di kêliya mudaxeleyê de milê polîsek gez kiriye lêpirsîn da destpêkirin.