Serkeftina Gelê Kurd wê bi têkbirina tecrita girankirî mîsoger be

  • 11:46 14 Sibat 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Endama Koordinasyona  Meclisa Îştarê Nuran Sezgîn plansaziya 15’ê Sibatê û çalakiyên grevên birçîbuyinê  ên ku di pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemergê Leyla Gûven de, ji bo ku tecrîta giran kirî a li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan bê rakirin tên meşandin, nirxand. 
 
Endama Koordinasyona  Meclisa Îştar ê Nuran Sezgîn ku yek jî çalakvanên jin ên Meclisa Îştarê bu, li ber derîyê Nûnertiya Neteweyên Yekbuyî(NY) a Hewlerê ketibu greva birçibuyinê û rastî êrîşên PDK’ê hat, plangeriya 15’ê Sibatê û çalakiyên grevên birçîbuyinê  ên ku di pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Gûven de, li dijî  tecrîta giran kirî a li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe tên meşandin, nirxand.
 
Nuran Sezgîn salvegera Komploya 15 Sibata 1999’an wek komployeke sosret û bêbextiyane nirxand û wiha got: “ Dema ku komplo pêk hat em weke Gelê Kurd ketin nava gelek fikaran. Gelek kesan gotin wê ev tevger  belav bibe, lê mînaka wê di kêm şoreşan de heye ku ev jî jin û ciwanan li derdora Rêber Apo xwe kirin xelekên ji agir. Ev rastiya tekoşîna Gelê Kurd jî hîşt ku berxwedan hîn bilintir bibe û komplo negîhîje armanca xwe. "
 
'Fikrên rêber Apo ji bo hemû civakan pêwistin'
 
Nûranê diyar kir ku piştî parêznemayên Rêbertî hatin wan fam kir ku Hebuna Rêbertî ne tene ji bo neteweyek ji bo tevahiya gelane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desthiladaran ev rastî baş dizanibun ji ber wê jî hemu hêzên gladio xwe kirin yek û Komploya 15 Sibatê pek anîn. "
 
'Divê bêdengî bê şikandin'
 
Nuranê anî ziman ku ev demeke grêvên birçibuyinê tên meşandin. Armanc ev e ku  bêdengiya raya giştî bê şikandin û ev tişt got: " Hinek aliyên demokratik û azadîxwaz dengê xwe didin Gelê Kurd û tevlî berxwedanê dibin ,lê hîn jî asta tê xwestin  nehatiyê bidestxistin. Ji ber serkeftina me encax bi rabuna tecrîta  girankirî a li ser Rêber Apo dikare misoger bibe."
 
'Em li ser xaka xwe ne'
 
Nuranê diayr kir ku ew weke jinên wargehê li ser navê meclisa îştar jî çun li ber deriye nunertiya  Neteweyên Yekbuyî(NY) a Hewlerê  û wan bi beşa wan a mafên mirovan re jî hevdîtîn pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca me weke mafekî rewa me xwest em daxwazên xwe binîn ziman. Lê di wê hevdîtinê de careke din jî hevkariya hêzên desthildar şênber bu. Em 7 jin bun PDK ê êrîşî me kir. Hevalên me yên çalakvan û xwendevanên ku hatibun serdana çalakvanan binçav kirin. PDK ê li wê de rê hêza jin a ku hewldanên azadiyê  dide, dît û vê jî ew tirsand. Lê wê têkoşîna me berdewam bike."