Çalakiya Malbatên Şehîdan a li Şehbayê bi dawî bû
- 11:21 14 Sibat 2019
- Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin neteweya demokratîk mîsoger bikin" çalakiya li dijî 15'ê Sibatê li dar xistibûn. Çalakiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a 15'ê Sibatê bi dawî bû.
Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin neteweya demokratîk mîsoger bikin" çalakiya li dijî 15'ê Sibatê li dar xistibûn. Çalakiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a 15'ê Sibatê bi dawî bû. Hemû sazî, meclîsên rêveberiyên xweser, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Şehbayê û Meclîsa Kantona Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, Sureye Hebeş, li ser navê Kongreya Star Hêvî Sulêman, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Sureye Mustefa, Li ser navê hevjînên berxwedêran Îmam Hesen, li ser navê meclîsa kantona Şehbayê Muhemed Welo, bi navê rêveberiya xweseriya Demokratîk Fatimê Lekto, li ser navê meclîsa kantona Şehbayê Îmen Oso axivîn.
Di axaftinê de wiha hat gotin:"Gelê bakur û rojhelatê Sûriyayê, gelê azadîxwaz ji bo azaidya Rêber Apo wê her têbikoşe."
Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.