KJAR: Divê Jin bi rihê Lêylayan her qadê vegûherînin qada Berxwedanê

  • 10:54 14 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR'ê debrabrê 15'ê Sibatê salvegera 21'emîna a tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û destpêkê Tirkiye piştre jî hemû hêzên navneteweyî ku di plankirina Komploya 15'ê Sibatê de cihê xwe  girtin şermazar kir. KJAR'ê  di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê hemû jin bi rihê Leylayan hemû qadan veguherînin qada berxwedanê.  
 
Koordînasyona Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi minasebata salvegara 21'emîn a Komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek de û bi daxuyaniya ku da hêzên ku bûn sedema komploya 15'ê sibatê şermezar kirin û diyar kir ku di şexsê rê ber Apo de xestin ku hebûna gelekî û îradeya gelekî têk bibin.
 
Daxuyaniya KJAR'ê wiha ye: 
 
Em dikevin 21’mîn salvegera esareta li ser Rêber Apo û bi vê vesîleyê, di destpêkê de em dewleta faşîst a Tirkiyê û hemû hêzên navneteweyî ên ku di pîlankirina 15 ‘Sibatê de cîhê xwe girtin bi tûndî şermezar dikin. Hêzên ku di pîlankirinê de cih giritin armanca wan qirkirina Gelê Kurd bû, di şexsê Rêber Apo de xwestin îradeya gelekî ,hebûna gelekî têk bibin. Ev roja reş, wekî roja qirkirina Gelê Kurd hat binavkirin. Gelê kurd bi salan bû bi êrîş û qetlîamên, çandî û fîzîkî re rû bi rû dihat. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo careke din gel û jina kurd bi hebûna xwe şiyar bû û bi îradeyek azad ji bo azadiya xwe şer kir. Her roj berxwedan mezintir kir û ber bi serkeftinê ve meşiya. 
 
Plansazî li ser Gelê Kurd pêk hat
 
Hêzên dagirker yên navneteweyî û dewleta  tirk ku tehemûlî vê nekir, ji bo wê dest dane destê hev û pîlangeriya 15 ,Sibatê di şexsê Rêber Apo de li ser Gelê Kurd pêk anîn. Lê ev pîlangerî bi berxwêdaniya mezin ya Rêber Apo, berxwdaniya Gelê Kurd vala hat derxistin û pîlanên qirêj ên  ku li ser îradeya gelekî hatibû rijandin pûç bûn. Bi sedan car xwe kirin helqeyek ji agir û bi şiyarên, ‘‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’’, carekî din dan îspat kirin ku tu hêz nikare îrada azad têk bibe . Gelê Kurd, jina Kurd bi bîr û baweriya azad her roj tekoşîna xwe xurtir kirin. Bi felsefeya Rêbar Apo ya jiyana azad,  jinên kurd xwe perwerde kirin û îrada azad di şexsê xwede avakirin. Bi vê îrada azad,  berxwedanî  îro carekî din  di pêşengiya jina Kurd Leyla Güven de, li herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê  mezintir û firehtir dibe.
 
Berxwedana Leyla Guvne mudaxeleya pêvajoyê ye
 
 Li hemberî tecrîta girankirî ya Îmralî yê berxwedaniya Leyla  Gûven mûdahileya pêvajoyê bû, darbeyek bû ji bona  zêhniyeta faşîst qirker ya AKP û MHP ê. Ev zîhniyeta faşîst ya dewleta Tirkiyê ne tenê li hember bakurê Kurdistanê, li hemberî kurdekî bi îrade li kuderê dibe bila bibe, di hedefa faşîzmê deye. Li heçar parçên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd, faşîzma ji bo xwe xeterî dibîne û gefan lê dixwe. Ji bo wê jî kurdek li ku be pêwîste li hember vê  zîhniyeta faşîst  têbikoşe. Berxwedana Leyla Gûven û rêhevalên wê bangewaziya mezinkirina berxwedaniya demê bû. Çawa ku di sala 1999 an de li hember pîlansaziya navnetewî ji heft, heta heftê salî gel derket kolanan û ev pîlansazî vala derxistin. Di vê demê de jî bi heman rihî wê tecrît bişkê û tekoşîna Gelê Kurd ber bi serkeftinê ve biçe. 
 
Jinên Rojhilat daketin qadan
 
Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi rihê xwe yê neteweyî, peywera xwe ya dîrokî dît ku di serî de jin ,ciwan   xwedî li Rêberê xwe ,îrada xwe derkevin. Bi vî rihî jinên serhildêr li seraserê Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê daketin qadan û mohra xwe li dîrokê dan. Lê di vê dema ku berxwedanana li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bû sedema şikandina tecrîtê û belav bûye, pêwîste gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi bi taybetî jî jin careke din peywera xwe ya dîrokî bibînin û  dengê berxwedanê bilind bikin. 
 
Pêwîste baş were zanîn ku dem dema darketina kolanan ,dengê azadiyê bilinkirin û bi berxwedanê tecrît şikandin ,ber bi serkeftinê va çûyin e. çiqas şerekî topyekûn ser gelê Kurd were meşandîn jî, wê berxwedanî jî ev çend topyekûn be. Ji bo wê di serî da jin ,ciwan û dayîkên ku berdêlên mezin dane vê şoreşê, hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê pewîste erka xweya dîrokî bibînin û roja 14 ê Sibatê dakevin kolanan  bersivekî xurt bidin faşîzma qirker ya ku ser gelê Kurd tê meşandin .Bi vê berxwedaniyê teqez wê diwarên Îmraliyê parçe parçe bibin û emê bi Rêber Apo re azad jiyan bikin .