'Heta Serokê me azad nebe em jî azad nabin'
- 10:39 14 Sibat 2019
- Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmûrê derbarê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Em dibêjin ku heta Serokê me azad nebin em jî azad nabin."
Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî radestî tirkiyeyê hat kirin. Têkildarî salvegera komploya navneteweyî de jinên Mexmûrê gotin:"Ji bo aştî û azadiyê divê Rêberê me azad bibe."
'Em bi felsefeya Rêbertî mezin bûne'
Dayika bi navê Fatma Tugluk nêrînen xwe wiha anî ziman: "Wek dayikek Kurd em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û ev komploya di heman demê de komployek li diji Gelê Rojhilata Navîn e. Heta ku dilopek jî xwîna me hebe, em ê li pey şopa Serok Apo bimeşin û heta ku Serok Apo di zindanê de be em jî weke Gelê Kurd di nav zindanê de ne. Ji ber vê jî Azadiya Rebertî, Azadiya Gelê Kurd e, ev komplo ne bi tenê bi hêza Dewleta Tirk hatiye kirin, ji aliye hêzên cîhanî ên hegomonîk hatiye pêşxistin. Em bi felsefeya Rêbertî mezin bûne û îro jî ev felsefe di nava ciwanên me de xwe hunandiye. Em bang dikin ku kesên dibêjin em mirov in xwedî wicdan in bila ve tecrît û komploya navdewletî şermezar bikin û berxwedanê mezin bikin."
'Ev komploya ku hatiye pêkanîn li dijî mirovahiyê ye'
Dayika bi navê Gûlê Tûnç jî di derheqê komploya 15'ê sibetê da Wiha nerînên xwe anî ser ziman: "Ev tecrîta ku li ser Rêbertî hatiye kirin em qebûl nakin û wek Gelê Kurd em ê vê tecrîtê bişkinîn. Ev komploya ku hatiye pêkanîn li dijî mirovahiyê ye, li dijî hiqûqa mirovahiyê ye."
'Em naxwazin komplo dewam bike'
Dayika bi navê Fadîle Altun jî wiha got: "Dema ku me di 1999’an de di nuçeyanda bihîst ku Rêbertî hatiye girtin tevahiya dinyaya me li me hejiya. Em naxwazin ev komploya navdewletî berdewam bike ji ber em bi Rêber Apo xurtir dibin. "