Girtiyê serlêdana ‘kontrolê’ kir meheke di hucrê de ye

  • 09:16 14 Sibat 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Abdurrahman Îzer ê li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê girtiye, li hemberî serlêdana bernada bi kontrol, ji ber şerta ‘divê tu ji koguşa siyasî derkevî’ qebûl nekiriye, meheke di hucreyê de tê girtin. Sabriye Îzer diyar kir ku li dijî hevjînê wî dijhiqûqiyek pêk tê û divê dawî lê bê anîn.
 
Li girtîgehan di demên dawî de bi grevên birçîbûnê re binpêkirina mafan, zext û pêkanînên kêfî zêde bûn. Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî bi pêkanînên li hember girtî û malbatên girtiyan her tim tê rojevê. Girtîgeh her tim bi pirsgirêkên tenduristî û xwarinê tên rojevê. Lê vê carê bûyerek cuda hat jiyîn.
 
Girtiyê siyasî Abdurrahman Îzer ku 5 sal û 8 meh û 25 ceza girt, ji ber ceza wî ket bi salekê serlêdana berdana bi kontrol kir. Lê rêveberiya girtîgehê jê re got ‘ji koguşa siyasî derkeve em kontrolê bidin te. Abdurrahman ê ev qebûl nekir jî ev meheke di huncreyê de tê girtin.
 
‘Meheke di hucreyê de tê girtin’
 
Sabriye Îzer bi lêv kir ku ev du meh e nikare biçe hevdîtina hevjînê xwe û got hevjînê wê 5 sale di girtîgehê de ye û herî dawî ji bo berdana bi kontrol serî li rêveberiya girtîgehê daye û got: “Rêveberiyê jî gotiye ‘tu ji koguşa siyasî derkevî em ê bidin te’. Hevjînê min jî qebûl nekiriye. Kaxiza dane îmze nekiriye û li ser vê avêtine hucreyê. Meheke di hucreya yek kesî de ye. Telefonê me dike lê em rewşa wî nizanin.”
 
7 zarok li bende bavê xwe ne
 
Sabriyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku derbarê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê û dozgeriyê re hevdîtin kirine û wiha dawî lê anî: “Min ji dozger re got cezayê hevjînê min hindik maye. Min got 7 zarok li bende bavê xwe ne. Gotin ‘tiştek destê me de tune ye, ger tiştê em dibêje bînin cih em ê derxin. Li girtîgehê zext zêde ne.”