'Ji bo me dest ji canê xwe berdidin; Ev bêdengî çi ye?'
- 09:14 14 Sibat 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AME - Jinên Amedê ji bo Leyla Guven ku ket roja 99’emîn a çalakiya xwe ya grevê û hemû girtiyên din ên di grevê de bang kirin û gotin: “Rakirina tecrîdê hewcedariyek mirovane ye. Ji bo dest ji jiyanek azad û bi rûmet bernedin, dest ji canê xwe berdane. Ji bo me dimirin. Ev bêdengî çi ye?”
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 99’an de berdewam dike. Çalakiya li dijî tecrîdê li girtîgehan didome, li Strasburg, Hewlêr û gelek cihên din jî pêk tê. Jinan balkişand ser rewaşa Leyla Guven û grevên birçîbûnê û bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta AKP’ê da.
‘Berxwedana Leylayê rast e’
Hevseroka HDP’a Baglarê ya Amedê Hasret Akay diyar kir ku greva birçîbûnê ya Leylayê hatiye astek krîtîk û dema Leyla bê fêmkirin wê daxwaza wê jî bê fêmkirin. Hasretê destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo hemû gelê xwe îradeya xwe nîşan daye û diçe mirinê û got: “Ger em xwedî lê dernekevin, em deng nedin dengê wê em ê ji bin encamên vê dernekevin. Bi baweriya ku em ê bigihêjin serkeftinê, divê em têkoşîna xwe bilind bikin û li cem Leyla Guven cih bigirin. Daxwazên Leylayê daxwazên me ne. Berxwedana wê rast e.”
‘Rakirina tecrîdê hewcedariyek mirovane ye’
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn jî destnîşan kir ku têkoşînek mafdar tê meşandin û divê demildest hikûmet bersivê bide daxwazan û wiha pê de çû: “Ev bêdengî bi kesî tiştekî nade qezenckirin. Rewşa Leyla Guven di astek krîtîk de ye. Ji vir şûnde girîng e. Rabûna tecrîda li ser Birêz Ocalan hewcedariyek mirovane ye. Divê Birêz Ocalan ji hemû mafê xwe fêdeyê bigire. Ji roja ewil de banga Leylayê ev e. Em piştgiriyê didin daxwazên Leylayê.”
‘Ji bo jiyanek bi rûmet dest ji canê xwe berdidin’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîstan Ektî jî daxuyakirin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên civakê ne û ev tişt anî ziman: “Leyla Guven û 300 girtî bi rojane ji bo jiyanek azad di grevê de ne. Dixwazin jiyanek bi rûmet ji me re bihêlin. Ji ber vê dest ji canê xwe berdidin. Divê em hêjayî vê têkoşînê bin. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin. Li her derê divê em Leyla Guven û girtiyên din bi bîr bixin. Daxwaza wan daxwaza me ye.”
‘Ev bêdengî çi ye?’
Faîle Ozpîrîçcîoglu bi lêv kir ku divê ji bo Leyla û hevalên wê her kes dakevin kolanan û dengê xwe bidin bihîstin û wiha bertek nîşanî bêdengiyê da: “Ev bêdengî çi ye?Çima kes xwedî dernakeve. Kes deng dernaxe. Li ber çavên me dihelin. Ji bo me dimirin. Em li malên xwe rûniştine, li bende agahiya nebaş in. Ji zarokên me yek bimire wê çi bibe? Em ê dîsa li malên xwe rûnin. Em deng bidin dengê Leylayê. Deng bidin Nasir, deng bidin girtiyên din. Heta dilopek xwîna me hebe em ê têbikoşin.”