Rewşa dijwar a koçberên Minbicê

  • 09:09 14 Sibat 2019
  • Rojane
Sîlva El-Ibrahîm - Sîbîliya El-Ibrahîm
 
MINBIC - Koçberên Cerablûs, Bab û Efrînê yên ku li Minbicê bi cih bûne da zanîn ku ew di nava şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û gotin:"Em naxwazin dewleta tirk êrîşî Minbicê jî bikin."
 
Koçberên Cerablûs, Bab û Efrînê yên ku li Minbicê bi cih bûne da zanîn ku ew di nava şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û gotin:"Li dijî êrîş û zextên dewleta tirk em disekinin. Em naxwazin tiştên li Efrînê qewimî careke din li Minbicê jî biqewime."
 
'Em naxwazin careke din komkujî pêk were'
 
Jina bi navê Babê Hala El-Esfûr a dayika 7 zarokan û hevjînê wê li cem rêjîmê di zindanê de ye wiha got:"Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Minbicê kir em mecbûr man ku derbasî Efrînê bibin. Lê piştre dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û em dîsa hatin Minbicê. Niha Erdogan dîsa tehdîd dike û dibêje ez ê êrîşî Minbicê bikim. Lê em naxwazin careke din komkujî pêk were. "
 
'Em naxwazin ew gavê biavêjin ser axa me'
 
Fatima El-Ebûd a ji Bajarê Cerablûsê ye wiha got:"Em ji Cerablûsê hatin koçberkirin û em li Minbicê bi cih bûn. Niha jî dewleta tirk dixwaze me dîsa koçber bike. Lê em naxwazin ew gavê biavêjin ser axa me. "
 
'Em dibêjin ku em wan naxwazin' 
 
Her wiha Xezna El-Himeydîn a ji Bajarê Babê wiha got:"Em mecbûr man ku ji El Babê koç bibin. Bi saya QSD'ê em li Minbicê di nava aramiyê de dijîn. Em dewleta tirk şermezar dikin. Em dibêjin ku em wan naxwazin." 
 
Koçbera ji bajarê Babê Hemîdayê  El-Huseyin jî wiha got: "Em li Babê bi ewle dijiyan, lê dewleta tirk komkujî, kuştin û revandinan pêk anî û  em neçarî koçberiyê bûn. Em di koneke biçûk de  dimînin ev kon  me ji sermê û germê naparêze. Dîsa em ji vir razîne ji ber ku li vir tirs nîne. Tu kes nikare îradeya me bişkîne.  Ez banga  hemû rêxstinên cîhanî dikim ku alîkariya me bikin.”
 
'Tu kes nikare îrade û vîna me bişkîne'
 
Endama Komîteya şandeyan ya Kantona Şehbayê Şêrîn Salih jî wiha got:"Dewleta Tirk dixwaze ku êrîşî Minbicê bike. Ji ber ku ciheke bi ewle ye. Hejmarên malbatên koçberan gihaştiye 7000.4.23 malbat. Ji ber wê yekê pêwistî hebû ku komîteyeke şandeyê were vekirin. Her wiha kêmasî ji aliyê bi rêxistin bûnê heye. Dewleta Tirk gefên xwe li ser Minbicê nûh dike. Lê em giş  di nav aramiyê de bi hev  re dijîn, tu kes nikare îrade û vîna me bişkîne."