'Fikrên Rêber Apo roja me ronî kir'
- 09:04 14 Sibat 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Heyfa Mûsa derbarê dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 1990'an de anî ziman ku ew gelek bêriya wê rojê dike û wiha got:"Ez gelek xwe bi siûd hês dikim ku min Rêber Apo dît. Ew bi fikir û tevgera xwe ji bo me mînakek gelek baş e . Fikrên Rêber Apo roja me ronî kir."
Jina bi navê Heyfa Mûsa di 1990'an de li Lubnanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne û derfetê dibîne ku bi wî re hevdîtinê bike. Heyfayê wiha behsa dîtina xwe û ya Abdullah Ocalan dike:"Li Akademiya Mahsûn Korkmaz a li Lubnanê civînek hat lidarxistin. Di wê civînê de em bûn şahidên fikrên Rêber Apo yên zindî. Rêber Apo bi fikir û sekna xwe bandorek erênî li me kir."
'Şoreşa me bi azadiya jinê bi ser bikeve'
Heyfayê got:"Em gelek bi siûd in ku me Rêberê xwe dît. Tespîtên ku Rêber Apo dikir niha em dibînin ku rast derdikevin. Rêberê me her dem behsa wekheviya gelan û azadiya jinê dikir. Li ser van xalên girîng disekinî û digot ku divê jin dîroka xwe nas bikin, xwe pêş bixin. Digot dê şoreşa me bi azadiya jinê bi ser bikeve."
'Fikrên Rêber Apo roja me ronî kir'
Heyfayê herî dawî wiha got:"Fikrên Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî me da. Hilbijartina vê rêkê roja me ronî kir. Fikrên Rêber Apo roja me ronî kir. Em ê şopdarê vê rêkê bin heta ku em rêberê xwe azad bikin. Komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê me pêk hat jî dijminatiya li dijî fikrê yekîtiya gelan bû. Lê dê tu kes nikaribe li dijî îradeya gelan bisekine."