ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
- 09:00 14 Sibat 2019
- Rojev
*Jina bi navê Fehîma Cemîl derbarê jiyana gund û çanda kevnar de got:"Jiyana li gundan çandê zindî dihêle. Em bi hev re hewl bidin û çanda xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
*Heyfa Mûsa derbarê dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 1990'an de anî ziman ku ew gelek bêriya wê rojê dike û wiha got:"Ez gelek xwe bi siûd hês dikim ku min Rêber Apo dît. Ew bi fikir û tevgera xwe ji bo me mînakek gelek baş e . Fikrên Rêber Apo roja me ronî kir."DÎMEN HEYE
*Dîwana Dadmandiya Civakî di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî rol û misoyeneke pir girîg e. Dîwana Dadmendiya Civakî gavên girîng di aliyê perwerdekirina civakê de û çareserkirina dozên civakê de dilîzin. Endama Dîwana Dadmendiya Civakî Neda Ehmed rol û misyona dîwanê a di civakê de nirxand û got:"Mejiyê civakê hatibû jehirîkirin çimkî sîstema BAAS'ê wekhevî di navbera civakê de pêk nedianî. Da ku civakê bi rengekî rast perwerde bike û wekheviyan tevan ava bike. Me têkoşîneke bê hempa da û didin jî." DÎMEN HEYE
*Li navçeya Qulpê ya Îdirê ji demên berê û heta niha ji şikeftan xwê tê derxistin. Li gorî lêkolînên ku li ser van şikftên xwê hatine kirin hat diyarkirin ku di van şikeftan de xuya ku heye dikare pêdivya xwe ya tirkiyeyê ya 200 sal pêşwazî bike. BI DÎMEN
*Koçberên Cerablûs, Bab û Efrînê yên ku li Minbicê bi cih bûne da zanîn ku ew di nava şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û gotin:"Em naxwazin dewleta tirk êrîşî Minbicê jî bikin." DÎMEN HEYE
*Şaziye Îbrahîm a ji Efrînê ye diyar kir ku piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nas kiriye şûnde di kesayeta wê û malbata wê de şoreşek pêk hatiye, jiyan ji wan xweştir û watedartir bûye û got: “Min bi wan çavan re ji nû ve vejîna jinê dît.”DÎMEN HEYE
*Jinên Amedê ji bo Leyla Guven ku ket roja 99’emîn a çalakiya xwe ya grevê û hemû girtiyên din ên di grevê de bang kirin û gotin: “Rakirina tecrîdê hewcedariyek mirovane ye. Ji bo dest ji jiyanek azad û bi rûmet bernedin, dest ji canê xwe berdane. Ji bo me dimirin. Ev bêdengî çi ye?”DÎMEN HEYE
*Yek ji parêzerên dosya Cizîrê Ramazan Demîr diyar kir ku DMME, DDB’ê dide pêş û ji berpisryariyên xwe direve û DDB ev du sale ji bo dosyayên Cizîrê tu tiştek nekiriye û got wê daxwaz bikin ku bila demildest biryarê bidin. Ramazan wiha got: “Em ê zorê li DDB’ê bikin ku li gorî krîterên ku DMME’ê di dosyayên wek vê de pêk anîye, tevbigere. Li gorî encamê, tê de çûyîna DMME’ê jî heye em ê hemû rêbazan binirxînin.”
*Girtiyê bi navê Abdurrahman Îzer ê li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê girtiye, li hemberî serlêdana bernada bi kontrol, ji ber şerta ‘divê tu ji koguşa siyasî derkevî’ qebûl nekiriye, meheke di hucreyê de tê girtin. Sabriye Îzer diyar kir ku li dijî hevjînê wî dijhiqûqiyek pêk tê û divê dawî lê bê anîn.DÎMEN HEYE