Berxwedêrên Şehbayê bi vedana çadirê komplo şermezar kirin
- 20:32 13 Sibat 2019
- Rojane
ŞEHBA - ji bo şermezarkirin 15'ê Sibatê Komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15 Meclîsa malbetên şehîdan çadireke li gundê Telqireh ya girêdayî Kantona Şehbayê veda.
Ji bo şermezarkirina komployê navnetewî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgirya berxwedana Leyle Guven di bin duruşemya "Em ê tecrîdê bişkînin,faşîzmê têk bibin, netewe demokratîk misoger bikin" meclîsa malbetên şehîdan ya kantona Efrîn û Şehbayê çadirek vedan.
Çadir bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Leyle Guven û pekrewanên azadiyê hatibûn xemilandin, çalakvanan cilê bi nivîsê "Bijî Serok Apo," "azadî ji bo serokatî" berz kirin.
Çalakî bi deqeyekî rizgirtina li ser giyana pekrewanan dest pê kir. Piştre li ser navê meclîsa malbatên şehîdan Rêveberiyê meclîsa malbetên şehîdan Ednan Şêx Muhemed û endamê Rêveberiyê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer ve li ser wateya rojê axavtina hatin kirin.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser "komployê navetewî ya ku 15'ê Sibata 1999'an de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn. Di axavtinan de wiha hat gotin:" Ev komplo têk çuyê û wê tu carî negihêje ti encamê jî."
Piştre sinevîziyon li ser armanca komployê û lîstokên dewletên navnetwî hat pêşandan.
Hemu sazî û Meclîsên Rêveberiya Xweser, Kongraya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Şehbayê, Meclîsa Kantona Şehbayê, rêveberiya xweser serdanê çadirê kirin.
Her wiha ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş ve li ser navê kongra star Hêvî Silêmen, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Sureya Mistefa, hevjinên şehîdan Şervîn Rifaet, li ser navê hevjinên şehîdan ya kantona Şehbayê Îman Hesen, li ser navê meclîsa kantona Şehbayê Muhemed Welo, bi navê rêveberiya xweser Fatimê Lekto, li ser navê meclîsa Kantona Şehbayê Îmen Oso axivin.
Di axaftinê de weha hat gotin:" gelê kurd tu carî serî li hember dewletên faşîst natewînê, hemu pêkhate di hidir Sûriyê de ji kurd, çerkes,ermen û ereb banga yekbûna mirovahiyê dikin banga xwîn vexwariyê nakin."
Li ser wateya Komployê û erkên ku dikeve ser gelê kurd axavtin hatin kirin.
Di dawiya axaftinan de Meclîsa Kantona Şehbayê û Meclîsa malbatên Şehîdan ya Şehbayê Komploya navnetewî şermezarkirin û gotin: "Dewleta Tirk û hemu hevkarên wê xwestin ku îradeya gel bişkînin û rê li pêşî azadiya gel bigirin. Ji ber wê jî Serok Abdullah Ocalan hat dîl girtin."
Çalakî bi duruşmeyên "Bijî Serok Apo," "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.