Jinên PYD'ê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan komcivîn li darxistin
- 16:59 13 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Jinên PYD'ê bi armanca nîqaş kirina Komploya navdewletî a li ser Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan komcivînek, li dar xistin.
Bi dirûşma' Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin, netewa Demokeratîk misoger bikin' Îro bi pêşengtiya Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk komcivînek ji bo nîşqaşkirina komploya navnetewî a 15'ê sibatê li ser Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan, li navenda PYD'ê ya bajarê Qamişlo li darxistin. Bi tevlîbûna bi dehan jinên PYD'ê, Kongreya Star, Rêxstinên Jin, Yekîtiya Jinên Rewenbîr, Yekîtiya Jinên Sûriyan, jinên Sazî û dezgehên rêveberiya Xweseriya Demokeratîk, kesayetên serbixwe, amede bûn.
Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê endama PYD'ê Sebah Cûma axivî, Sehba bi xêrhatina kesên hazir kir. Paşê semîner li ser komploya navnetewî û armancên wê, her wiha têkoşîna gel ji bo binpêkirina komploya navnetewî ji aliyê Şêwirmenda Hevserokatiya PYD'ê Zeyneb Saroxan hat vegotin, her wiha girêdana jin bi Rêber Ocelan re jî ji aliyê Endama Komîteya gitşî ya PYD'ê Edalet Omer ve hate dayîn.
Her wiha gelek nîqaş û pêşiniyar ji aliyê jinên hazir ve li ser her dû semîneran hat gotin.
Komcivîn bi daxuyaniyek çapemenî bi dawî bû, daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa PYD'ê Sebah Cûma ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de çarçoveya nîqaş û nerînên ji bo Komploya li ser Abdullah Ocalan hat diyar kirin, ku ev komploya li ser Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê ye, tecrîd û komploya ser Abdullah Ocalan li dijî exlaq û zagonên insanetiyê ye. her wiha komplo û tecrîd bi tundî hat şermezar kirin, ku ev tecrîd tevahî gelên azadîxwaz hedef digire.
Her wiha tevahî jinan soza xwe bi têkoşîn û piştgiriya Leyla Guven re nû kirin ku heta Abdullah Ocalan Azad nebe wê her di nav tevgerê de bin.
Daxuyanî bi dirûmeyên" Jin Jiyan azad, Bê serok jiyan nabe' bi dawî bû.