Sabîha Temîzkan ji bo dayika xwe banga hestiyariyê kir
- 16:45 13 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Keça Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li îmraliyê 98 roj e di greva birçîbûnê de ye û piştî ku rewşa wê giran bûn rakirin nexweşxaneyê ji bo dayika xwe ev bang kir: "Destûrê nedin ku dayika min bimire."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku 98 roj e li dijî tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye, piştî ku rewşa wê giran bû rakirin nexweşxaneyê. Leyla piştî ku li serwîsa lezgîn mudaxele lê hat kirin gitin serwîsa lênêrtina giran û hat diyarkirin ku Leylaya hişê wê li serê wê ye mudaxeleya doktor qebûl nekiriye.
Keça Leylayê Sabîha Temîzkan ku li ser hesabê xwe yê medya civakî ji bo dayika xwe banga hestiyariyê kir wiha got: "Rewşa tendirustiyê ya dayika min di roja çalakiya wê ya 98'an de xira bû. Em li nexweşxaneyê ne, dayika min mudaxeleya doktor qebûl nake. Dayika min niha di rewşa lênêrtina giran de tê girtin û ji ber ku dermankirinê qebûl nake tenê lêdana dilê wê tê kontrolkirin. Dayika min li gel rewşa xwe ya giran dixwaze ku biçe malê. Destûrê nedin ku dayika min bimire."
Gel diherike ber nexweşxaneyê
Welatiyên ku agahiya Leylayê rakirine nexweşxaneyê gitin, ber bi nexweşxaneyê ve diherikin.