Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê

  • 15:47 13 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê 98 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye û rakirin nexweşxaneyê gitin serwîsa lênêrtina  giran. 
 
Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 98 roj e di greva birçîbûnê de ye rakirin nexweşxaneyê. Leya ya ku ji ber vereşandinê rewşa wê giran bû, ji mala wê ya li Baglara Amedê rakirin nexweşxaneyeke taybet ya li ser Rêya Rihayê. Leyla ya ku di serî de li beşa lezgîn mudaxele lê hat kirin dermankirin qebûl nekir. Leyla hişê wê li serê wê ye û tansiyona wê gelek kêm bûye. Leyla li nexweşxaneyê girtin beşa lênêrtina giran.