Meşa HDP'yiyan li Bîrecikê hat sekinandin
- 15:43 13 Sibat 2019
- Rojane
DÎLOK - Polîsan destûr neda meşa ku li Bîrecika Rihayê bê kirin. Parlamenteran çalakiya rûniştinê li dar xist.
Polîsan destûr neda meşa parlmaneterên HDP'ê yên Riha û Dîlokê ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Demokratîk a Galan (HDP) Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin li darxistin.
Parlamenterên HDP'ê yê Dîlokê Mehmet Togrul, parlamenterên Rihayê Omer Ocalan, Ayşe Surucu û Nûretîn Maçûn li Bîrecika Rihayê gihîştin hev. Parlamenterên ku xwestin bimeşin li ber avahiya HDP'ê hatin dorpêçkirin. Parlamenterên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin li ber avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Walîtiya Dîlolikê duh bi daxuyaniya ku da hemû cure çalakî li bajêr qedexe kiribûn.