Derbarê 15'ê Sibatê de li Hesekê semîner hat lidarxistin

  • 15:40 13 Sibat 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Bi nêzîkbûna salvegera 20’emîn a komploya navneteweyî ku di encamê de Rêberê PKK’ê Abdula Ocalan dîl hate girtin, Meclisa Kantona Hesekê û Kongreya Star Semînerek girêdayî Komployê û tecrîda ser Abdullah Ocalan li dar xist.
 
Bi nêzîkbûna salvegera 20’emîn a komploya navneteweyî ku di encamê de Rêberê PKK’ê Abdula Ocalan dîl hate girtin, Meclisa Kantona Hesekê û Kongreya Star Semînerek girêdayî Komployê û tecrîda ser Abdullah Ocalan li dar xist. Semîner li Hola Senabil a li ser Riya Sifeya ya bajarê Hesekê hat lidarxistin .
 
Semîner ji aliyê Şêwirmenda Rêvberiya Xweseriya Demokeratîk Mizgîn Ehmed  hate dayîn. Mizgîn got “Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê hemû qanûnên navdewletî binpê dike, armanca dewletan ji komploya ser Rêber Apo ew e ku vîn û îradeya gelan bişikîne, di heman demê de dixwastin rê li pêşiya fikirê Rêbertî bigirin. Rêber Apo banga azadiya jinê kir. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê bi nav kir, ji ber ku jin bingeha pêşketinê ye.”
 
Paşî daxuyanî  li ser navê Kongreya Star ji aliyê hevseroka Kantona Hesekê Semer Abdullah Hate xwendin, di daxuyaniyê de wiha hate gotin“ komploya ser Rêber Apo li ser tevahî mirovahiyê ye, ev roj wekî rojek reş di dîroka mirovahiyê de cih girt û rastiya kiryarên qirêj ên dewletan derxist holê ,em komploya ser rêberê mirovahiyê şermezar dikin û bang li hemû gelên azadxwaz dikin ku ji bo rakirina tecrîda ser rêber apo têbikoşin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû .