Em ê ji nû ve gul vedin, Efrînê!

  • 15:09 13 Sibat 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma ‘Em ê ji nû ve gul vedin, Efrînê’ Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê, Yekîtiyên Nivîskarên Kurd, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), derbarê bi dawîkirina karwanên zeytûnê yên ji Kobanê heta Dêrikê daxuyaniyek dan.
 
Bi dirûşma ‘Em ê ji nû ve gul vedin, Efrînê’ Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê, Yekîtiyên Nivîskarên Kurd, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), derbarê bi dawîkirina karwanên zeytûnê yên ji Kobanê heta Dêrikê daxuyaniyek dan.
 
Her wiha daxuyanî bi du zimanan hat xwendin. Bi Kurdî ji aliyê hevserokê rewşenbîrê rojavayê kurdistanê welîd bekir, bi zimanê erebî endamê Yekîtiya Nivîskarê Kurd Zibêr Zênal xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Bi dirûşma em ê ji nû ve gul vedin li Efrînê em bajar bi bajar geriyan û me darên zeytûnan çand. Li dijî zihniyeta dagirker Di roja 5.02.2019'an de me li meydana Ş. Arîn Mîrkan, di 07.02.2019 me li meydana şehidan a Serêkaniyê, di 10.02.2019'an de me li meydana jina azad, di 11.02.2019'an de li Eyndîwêra li qiraxa çemê dîcleyê, û di 12.02.2019'an de li Baxçeyê xwendinê dar li dijî zihniyeta dagirker çandin. 
 
Geşta kampanya karwanê zeytûnê heft rojan berdewam kir, di nav re rêya xwe bi piraniya bajar, bajarok û gundên di navbera her du çeman firat û dicleyê de."