HDP’ê li Şemrexê starta hilbijartinê bi coşeke mezin da

  • 15:07 13 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê starta hilbijartinê da.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê starta hilbijartinê da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endamên HDP’ê yên hevşardarên navend û navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî starta hilbijartinê bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê kom bû, bi lolîpopên “Ya me ye” û alên HDP’ê dest bi meşê kirin û esnaf û welatî slav kirin. Di dema meşê de def û zirne, tililî û çepik hatin lêdan. Girseya ku rastî eleqeyek mezin hat, dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kir.
 
Piştî ku girseyê gel silav kir, li Qada Cumhuriyetê kom bû û govend gerand. Polîsan, bi hinceta gel ne rehet dibe şahî asteng kir.
 
Piştî pîrozbahiyê girse careke din ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya bername bi dawî bû.