Li navçeyên Agiriyê operasyonên siyasî: 33 kes hatine binçavkirin

  • 14:59 13 Sibat 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Bi nêzkbûna hilbijartinên herêmî re li herêmê li dijî HDP’ê operasyonên siyasî dest pê kirin. Hat zanîn ku serê sibehê li navçeyan bi ser gelek malatan de hat girtin û di encama serdegirtinan de 33' kesên HDP'yî hatin binçavkirin.  
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li herêmê li dijî HDP’ê operasyonên siyasî dest pê kirin. Di serê sibehê de di encama serdegitinên malan ên li navçeyên Agiriyê de li navçeya Dudaxê  9 kes, li Avkevir ê10 kes,  Hewaran 1 kes, li  Bazîdê 4 kes û li Giyadînê jî 9 bi giştî 33 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine qereqolên cendermeyan. 
 
Her wiha Li naveda bajêr û li navçeyan avahiyên HDP'ê hatine dorpêçkirin. 
 
Li aliyekî din jî hat ragihandin ku li Îdrê jî 8 kes hatine binçavkirin.