Meşa HDP'yan a di bin dorpêça polîsan de berdewam dike
- 14:23 13 Sibat 2019
- Rojane
WAN - Meşa parlamenteran a bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" ku ji Wanê hat destpêkirin li gel dorpêça polîsan berdewam dike.
Ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 98'emîn de berdewam dike ku wê di 15'ê sibatê de daxuyanî bê dayîn HDP'ê li 15 navendan bi dirûşma "Di roja 100'emîn de em ê bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" meş da destpêkirin. Ji van cihên ku meş lê hat destpêkirin yek jê jî bajarê Wanê bû.
Parlamenterên HDP'ê Saît Dede, Salîha Aydenîz, Murat Sarisaç , Bedîa Ozgokçe Ertan û Muazzez Orhan ku dest bi meşê kirin li ser kolana Mereşê ji aliyê polîsên bi mertal ve hatin dorpêçkirin. Meşa parlamenteran di bin dorpêça polîsan de berdewam dike.