Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Yeliz Karaaslan hat binçavkirin

  • 13:52 13 Sibat 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan hat binçavkirin.
 
Li Agiriyê jî parlamenter, namzetên hevşaredariyan û rêveberên HDP'ê xwestin bi dirûşma "Di Roja 100'emîn De Ber Bi Leyla Ve, Em ê Tecrîdê Bişkênin" xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç jî di nav de ji avahiya HDP'ê derketin û ketin rê. Pişt re polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Agirtiyê Yelîz Karaaslan binçav kir. 
 
Hat diyarkirin der barê Yeliz de biryara binçavkirinê heye û wê birin Miduriyeta Polîsan a Agirtiyê.