Parlementerên Agiriyê li dijî tecrîtê dest bi meşê kir

  • 12:03 13 Sibat 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Ji bo ku tecrîta ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, parlamenterên Agiriyê ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin. 
 
Ji bo ku tecrîta li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven li Agiriyê bi tevlîbûna parlementerên HDP`ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Abdullah Koç, namzetên HDP`ê yên navend û navçeyan xwestin ku ber bi Amedê ve bimeşin, lê girse bi astengiya polîsan re hat rû hev û piştî hemû hewledanan destûr nehate dayîn ku girse bimeşe. Li dijî hemû astengiyan parlementerên HDP`ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç meşiyan. 
 
Parlementer dê heta dawiya bajêr bimeşin û ji wir jî derbasî Bedlîsê bibin û tevlî koma ku dê ji Wanê bimeşe bibin.