Avahiya HDP'ê ya Dîlokê di bin dorpêça polîsan de ye
- 12:02 13 Sibat 2019
- Rojane
DÎLOK - Beriya meşa ku wê HDP îro li Dîlokê pêk bîne avahiya wê ya li bajêr hat dorpêçkirin.
Beriya meşa ku wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca 100'emîn çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê Leyla Guven pêk bîne avahiya HDP'ê ya Dîlokê hat dorpêçirin.
Parlamenterê HDP'ê yê DÎlokê Mahmut Togrul, bi mudurê polîsan re axivî û diyar kir ku ew ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û ji bo vê hewceyî dorpêçê nake.